image

PeyamaKurd- Proje ya ku xaza Azerbeycanê di ser Tirkiyê re bibe heya Awrûpa, wê di 12 ê hezîranê de li bajarê Tirkiyê li Eskişehirê bikeve dewrê. Navê projeya wê TANAP e ku şîrketa Tirkiyê ya petrol û xazê BOTAŞ wê karibe heye hezîrana 2019an jê 2 mîlyar m3 xaz bikire.

Ev miqdar wê salê 2 mîlyar m3 zêde bibe û di sala 2021an de bigihê 6 mîlyar m3 î. Hat ragihandin ku xaza ji TANAPê li Tirkiyê belav bibe, wê li gor yên dinan bêhtir erzan be.

Miqdarê xaza ku TANAP karibe ragire, wê li dora 16 mîlyar m3 be û ji 16 mîlyar m3 î wê 10 mîlyar m3 jê here Awrûpayê. 6 mîlyar m3 jî wê li Tirkiyê belav bibe.

Di 12 ê hezîranê de wê bo vekirina projeyê serokê Tirkiyê Tapip Erdoğan, serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev û serokê Gurcistanê Giorgi Margvelaşvili tevli merasimê bibin.

Nexşerêya projeya TANAP ê ji sînorê Tirkiyê-Gurcistanê destpêdike, di ser Posofê de, wê li Kars, Erzerom, Erzincan, Bayburt, Gümüşhane, Giresun, Sêwas, Yozgat, Kırşehir, Kırıkkale, Ankara, Eskişehir, Bilecik, Kütahya, Bursa, Balıkesir, Çanakkale, Tekirdağ û Edirneyê di 20 wîlayet û 67 navçeyan de derbas bibe.

Dirêjahiya proje ya TANAP ê 850 km ye û wê li Edirne Upsalayê bikeve ser xeta TAPê û here Awrûpayê. Bedela TANAPê di serî de bi sedema kêmbûna bihayê petrolê ji 11.7 mîlyar dolarî ket 8 mîlyar dolarî.

Di proje ya TANAPê de, para Güney Gaz Koridoru (SGC) % 51, ya BOTAŞê %30, ya BP %12 û ya SOCAR a Tirkiyê % 7 e.