image

PeyamaKurd- Li Fransayê 10 sendîka, karmendên Air France temsîl dikin û heya niha gelek caran ketine grevê û dewleta Fransayê xistine zorê. Niha car din Fransayê bi greva kerkeran tehdîd dikin û dixwazin car din di 23-26ê hezîranê de dest bi grevê bikin.

Fransa ji sala 2011an de perê mehane yên xebatkarên Air Francê daye rawestandin. Lê sendîkayên karkeran dixwazin mehaneya wan bo îsalê %5.1 zêde bêkirin. Sendîka ragihandin ku wê tevgerên wan li gor biryarên rêvebiriya şîrketê be. Wê bi sebir û bi berpirsiyarî tevbigerin.

Xebatkarên Air France, di serê hefteyê de ragihandibûn di temamê havînê de grevên wan dikarin dewam bikin û havîn bo wan wê wexteka bi hereket be.

Rêvebirê demkî yê şîrketa Air Francê Anne-Marie Couderc gotibû wê di 14 ê hezîranê de komita navendî ya şîrketê bicive û di derbarê siyaseta xwe ya mehane de ragihandinan bike.