image

PeyamaKurd- Li gor rêje û lêkolînên Enstîtuya Fînansê ya Navdewletî (IIF) ê,herkes bende ye ku bi miqadarê 264 mîlyar dolar pere bikeve nava dewletên ku xwe bipêşde dibin. Lê dibêje herî zêde, wê sermaye bi miqdarê 51.3 mîlyar dolarî bikeve Tirkiyê û bi miqdarê 77 mîlyar dolarî ji welatê Kore derkeve.

Li gor rêjeyên IIF yê, dê îsal texmînî sermaye ji welatên Çîn, Macaristan, Kore, Rûsya û Taylandê derê û kêm bibe. Li welatên Tirkiyê, Arjantîn, Brezîlya, Şîlî, Kolombiya, Komara Çekê, Hindistan, Endonezya, Meksîka, Polonya, Afrîka Başûr û Ûkraynayê sermaya navdewletî di wan de zêde bibe.

Li gor lêkolînên IIT yê, wê bo temamê 12 welatan 264 mîlyar dolar perê germ bikeve hundir û welatên ku wê sermaye jê derên an ku bo 5 welatan 221.7 mîlyar dolar pere jê here welatên derve.

Sala borî herî bi miqdayê 39.1 mîlyar dolarî pere weka sermaye ketibû Tirkiyê. Eger ev rêjeya texmînî pêk were, wê di dawiya salê de ev rêje bibe 51.3 mîlyar dolar. Heya niha di 4 mehên ewilî de, sermaya ku ketiya nava Tirkiyê, tê texmînkirin li dora 25.8 mîlyar dolariye.

Piştî Tirkiyê sermaya herî zêde wê bi mîqdarê 41.9 mîlyar dolarî dê bikeve nava dewleta Arjantînê. Li pey Arjantînê bi 41.1 mîlyar dolarî Brezîlya, 40.4 mîlyar dolarî Hindistan, 20.5 mîlyar dolarî Endonezya û bi 15.2 mîlyar dolarî Meksîka tê. Heya dawiya salê, bi 13.7 mîlyar dolarî Kolombiya, Afrîka Başûr bi 12.9 mîlyar dolarî, Komara Çekê bi 9.3 mîlyar dolarî, Şîlî bi 7.7 mîlyar dolarî, Ûkrayna bi 6 mîlyar dolarî, polonya bi 4 mîlyar dolarî li dawiya hemûyan tê.

Li gor texmînên IIF yê; sermaye herî zêde wê ji Kore derkeve derve. Texmîna Koreyê li dora 77 mîlyar dolariye. Eger niha mirov li 4 mehê ewilî binêre, heya niha 22.3 mîlyar dolar pere ji Kore derketiye.

Piştî Kore Çîn bi 76.1 mîlyar dolarî taqîb dike. Di mijara Çînê de, dibe bi sedema şerê aborî yê bi Amerîka re bandorê kiribe. Macaristan bi 9.6 mîlyar dolarî, Tayland bi 22.6 mîlyar dolarî, Rûsya bi 36.4 mîlyar dolarî di rêzê de ne.