image

PeyamaKurd- Serokê dewleta Çînê Şi Cinping, ji 23 mîlyar dolarî zêdetir soza krediyê û alîkariya mirovî da welatên Ereb.

Şi, li payîtexta Çînê li Pekînê di konferanseka ku serpereştên welatên Ereb tevli wê bûn de axifî û got ku wê di ser 23 mîlyar dolarî de kredî û alîkariya mirovî bide welatên Ereb. 91 mîlyon dolarê wê bo alîkariya mirovî be, ji Sûriyê, Yemen, Urdun û Lubnanê re dê bê dayîn.

Serokê Çînê got ku dê 151 mîlyon dolar jî bo projeyên alîkariyê bên texsîskirin û weha got: “ Welatê Çîn û Ereb li pey xeyalên xwe yên di pêş de, divê di stratejiyên geşepêdanê de sînerjî ava bikin.”

Şi Cinping got ku Çîn projeya ku Asya Navîn bi rojhilatê Afrîka re girêdide û Okyanûsa Hindê bi Behra Sipî re girêdide, avakirina vê tora lojîstîk destek dike.