image

PeyamaKurd- Akademîsyenê Tirk Doç. Dr. Umît Akçay got ku Tirkiye kete qeyrana stagflasyonîstê (tengbûna bazarê û enflasyon) de.

Ev demeke dirêj e ku aboriya Tirkiyê di neqebeke teng re derbas dibe û welatiyên li Tirkiyê gelekî ditirsîne. Herî zêde bilindbûna dolarî û zêdebûna bihayên bazarê vê tirsê mezintir dike.

Akademîsyenê Tirk Doç. Dr. Umît Akçay bi sernavê “Notên Qeyranê” nivîsek weşand û li ser daneyên aboriya Tirkiyê, nêrînên xwe parve kirin û got ku Tirkiye kete qeyrana stagflasyonîstê de.

Akçay got ku li Tirkiyê teleb kêm bûye, bazirgan jî ditirsin û ku bihayê hilberên xwe zêde bikin. Ev jî tê wê me’neyê ku îflaseke giştî û jikarderxistineke mezin li ber dêrî ye.

Akçay wiha dewam kir: “Di destpêka meha Cotmehê de li ser aboriyê, hinek daneyên girîng hatin eşkerekirin. Enflasyon bi rengekî eşkere bilind bûye. Ji 2013an heta niha dolar her bilind dibe û ev jî bandorê li ser aboriyê dike. Bi vê re jî bihayê bazarê bilind dibe, lê belê hatina exlebê welatiyan bilind nabe. Ji ber ku hatin kêm e, kirîn jî li wê gorê kêm dibe. Ji ber vê yekê heye di demeke nêzîk de îflas zêde bibin. Bi îflasê re jî karker wê ji kar werin derxistin. Ev jî nîşan didin ku Tirkiye ketiye qeyrana stagflasyonîstê de. Daneyên niha vê nîşan didin. Em ê geşedanan taqîb bikin.”