image

PeyamaKurd- Ji bo bazara Tirkiyê 12 Cotmehê û 4ê Mijdarê rojên pir girîng in. Ev her du roj ji bo pêşeroja Tirkiyê dibe ku bibin destpêkeke nû.

Ev sê çar sal in ku dengeya aboriya Tirkiyê xira bûye. Herî zêde jî van sê çar mehên dawiyê ji bo aboriya Tirkiyê pir zehmet derbas bûn. Li ser pêşeroja aboriya Tirkiyê nivîskarê rojnameya Habertûrkê yê bi navê Abdurrahman Yildirim nivîsek weşand. Yildirim bal kişande ser dîrokên 12 Cotmehê û 4ê Mijdarê û got ku bûyera Keşe Brunson ji bo aboriyê bû pirsgirêkeke mezin. Li pêşiya me darizandina Brunson heye. Biryara ku were standin wê bandoreke mezin li aboriya Tirkiyê bike.

Yildirim wiha dewam kir: “Dadgeha Keşe Brunson di 12ê Cotmehê de ye û di 4ê Mijdarê de jî dorpêça Amerîkayê ya ku danîbû ser îxracata nefta Îranê wê têkeve dewrê de. Heke di 12ê Cotmehê de Brunson were berdan, ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Amerîkayê re ev yek wê bibe gaveke baş. Lê belê ev tenê, her tiştî hel nake. Lewra di 6 Mijdarê de li Amerîkayê hilbijartinek heye. Di 4ê Mijdarê de jî ambargo dikeve dewrê de. Heke ev geşedan çêbibe, Tirkiyê hevalekî xwe yê bazara neftê yê mezin winda dike. Pêre heye li Tirkiyê ewlehî û hewceyiya neftê têkeve bin xeterê.

Heke em niha li rewşa siyasî ya di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de binêrin, bi îhtîmaleke mezin, ji dadgehê biryareke erênî wê derkeve. Heke wilo çêbibe, dawiya heftê heye Brunson here mala xwe.

Lê belê heke pêwendiyê Tirkiyê û Amerîkayê xirabtir bibin, wî wextî rewşa li bazara dinyayê ya neyînî xwe li ser deyne, êdî turbulansa aboriya Tirkiyê wê dijwartir bibe. Niha aboriya me li ber devê tifingê ye.”