image

PeyamaKurd - Fîlmê “Keçên Rojê” ku behsa şervanên Kurd dike, di çarçoveya Festîvala Fîlman a Cannes de hat nimayîşkirin û hemû stafa fîlmê di festîvalê de amade bûn.
 Bîst û yek fîlmên sînemayê di 71emîn Festîvala Fîlman a Cannes  de ketine pêşbaziyê û yek ji wan jî fîlma Keçên Rojê ye ku çîroka rasteqîn a êş û wêrekiya jinên Kurd tîne pêşberî temaşevanan.

 Aktora navdar a Îranê Gulşîfte Ferhanî bi lehegiya fîlmê, di rola fermandeyeke qehreman de ye, tevî şerkirina li dijî çekdarên DAIŞê, çendîn jinên dîl ên di bin destê DAIŞê de jî azad dike.

 Çîroka vê fîlmê bi rêya jineke rojnamevan a Fransî tê vegotin, di vê fîlmê de giringî bi hevahengiya şervanan û hêzên Pêşmerge ya di şerê dijî DAIŞê de hatiye dayîn.

 Di vê fîlmê de aktora Faris Behî Cenetî Eta rola Parlamentera Kurd Viyan Dexîl dilîze ku Viyan Dexîl bi girîna xwe bala cîhanê kişandibû ser karesata Şingalê.

 Fîlma Keçên Rojê, ji aliyê derhênera Fransî Eva Osso hatiye çêkirin û fîlm li welatiyê Gurcistanê hatiye kişandin. Niha jî  ji bo wergirtina xelata Çiqlê Dara Xurme ya Zêrîn di pêşbaziya Festîvala Fîlman a Cannesê de ye.